Li Myanmarê ji ber lesker ji çeperan direvin, lesekî bû mecbûrî

Li Myanmarê ji ber lesker ji çeperan direvin, lesekî bû mecbûrî

PeyamaKurd – Rêvebiriya leşkerî ya Myanmarê qanûnekî nûh ya di derbarê kirina leşkerî ya mecbûrî de derxist. Di çarçova qanûn de wê her sal 60 hezar xort û keç bibin leşker. Bi vê qanûnê re qanûnekî dinê jî derxistin. Ji ber kesên di leşkeriyê de xizmeta wan zêdeye û dev ji kar berdidin an xaneşîn dibin, wê 5 salên dinê jî xizmeta leşkerî bikin.

Rêvebiriya leşkerî ragihand ku wê her meh 5 hezar xort û keçan bikin bin çekên leşkeriyê. Li ser mijarê berdevkê leşkerî yê hukumeta Mynamarê Tumgeneral Zaw Min Tun, ji bo BBCyê ragihand ku wê grûba yekem di nîvê meha Nîsanê de piştî pîrozbahiyên sersala nûh yên bi navê Thingyanê wê wan bibin leşkeriyê.

Zaw Min Tun got ku li Myanmarê 56 milyon kes dijîn. Di nav wan de 6,3 milyon xort û 7,7 milyon keç an ku 14 milyon kes divê herin leşkerî bikin. Piştî grûba 5an ya xortan wê jinan bigrin bin çekan.

Mêrên temenên wan di navbera 18-35 û jinên temenên wan 18-27 de bin, dê herin leşkeriya xwe bikin. Leşkerî ji bo 2 sala ye.

Ji ber li Mynamarê derbeya leşkerî çêbû û derbasî demokrasiyê nebûn, grûbên çekdar û muxalefet li hemberê desthilatê şer dikin û gelek caran leşker û polîs direvin welatê cîran lewra serkirdayetiya leşkerî bi taybetî van her dû qanûnan derxist.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin