Li Pakistanê balafira kargoyê wenda bû

Li Pakistanê balafira kargoyê wenda bû

PeyamaKurd – Li Pakistanê balafira kargoyê ya tîpa Boeing 737 dema sefera navbera Şarjeh- Karaçiyê dikir, ji balafirê agahiya ariza motorê didin navendê û paşî nêzî Karaçiyê ji radarê wenda dibe.

Li ser rûdanê niha li balafirê digerin û di balafirê de 5 muretebat hene. Heya niha ragihandinekî fermî nehatiye kirin. Li gor çapemeniya Pakistanê; temenê balafirê 27 sale û nêzî b ajarê Karaçiyê bi 155 milên deryayê ji radarê wenda bûye.

Li gor qeydiyên radarê balafira navborî bi yek carê 34 hezar feet bilindahiya xwe wenda kiriye an ku ketiye.