Li Pakistanê banê dershaneyekê herifî: 14 zarok mirin

Li Pakistanê banê dershaneyekê herifî: 14 zarok mirin

PeyamaKurd - Li bajarê Lahorê yê ser bi eyaleta Pencapê ya Pakistanê, banê dershaneyekê herifî û di encamê de li gorî tespîtên destpêkê 14 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Piştî rûdana bûyerê hejmareke zêde ya tîmên rizgarkirinê û ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê daku alîkariya qurbaniyan bikin.

Karbidestan ragihand ku di vê rûdanê de 5 ji wan giran, bi tevahî 19 zarok jî birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Serokwezîra Eyaleta Pencapê Meryem Navaz, piştî karesatê ferman da hêzên ewlehiyê û rêveberiya herêmî ku lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin.