PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê li nêzî devera Bajaurê ku dikeve ser sînorê Pakistanê, di pevçûnê de 3 leşker û 5 çekdar jiyana xwe ji dest dan.
Hat gotin ku 5 kes xwestine sînorê Pakistanê derbas bikin, di navbera wan û eskeran de şer derketiye û di encamê de 3 leşkerên Pakistanê û 5 çekdarên din ku nasnama wan nehatiye aşkerakirin, hatine kuştin.
Rojnama Dawnê ragihand ku beşa têkiliyên bi gel re ya artêşa Pakistanê (ISPR), di mijarê de ragihandiye ku 5 kes xwestine sînor derbas bikin û lewra şer derketiye.
Serokkomarê Pakistanê Asıf Ali Zerdari, di daxwuyaniya xwe de ragihandiye ku ji ber candayiyan xemgîne û leşkerên can dane, wan bi rêz bibîraniye.
Pakistan gelek caran dibêje ku êrîş ji aliyê Talîbanê de ya ku Afganistanê xwe bicîhkiriye û ‘Talîban a Pakistanê’ ye, van êrîşan dike lê rêvebiriya Afganistanê qebûl nake.
Pakistan her weha perçekî ji axa Belûcistanê dagir kiriye û rêxistinên Belûciyan hene ku dixwazin axa xwe ji bin destê Pakistanê derxin. Car caran ew jî li nav Pakistanê tevgerên çekdarî dikin bi taybetî li eyaleta Belûcistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin