Li Parîsê teqîn: 2 jê bi giranî, 20 kes birîndar bûn

Li Parîsê teqîn: 2 jê bi giranî, 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li paytexta Fransa Parîsê îro 12ê Çile di kargehekê de teqînekê rû da ku li gor zanyariyên dawî bi qasî 20 kes birîndar bûn.

Li gor medya Fransî sedema teqîna kargeha firneyê ku li herêma Rue de Trévise ya nêzîkî meydana Parîsê ye, gaza sirûştî ye û di teqînê de ziyan gihîştiye çend avahiyên dorûberê jî.

Gelek tîmên hawarçûnê û ambulans çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyên dawî di encama teqînê de 2 kes bi giranî 20 kes birîndar bûne.

Derbarê teqînê de hîn daxuyaniyeke fermî ji rayedarên Fransî nehatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin