Li Pentagonê hevdîtina 4em ya Lubnan-Îsraîlê 9 seet dewam kir

Li Pentagonê hevdîtina 4em ya Lubnan-Îsraîlê 9 seet dewam kir

PeyamaKurd – Hevdîtinên di navbera heyetên Lubnanê û Îsraîl li DYAyê li avahiya Pentagonê pêk hat. Hevdîtina cara 4em bû ku 9 seet dewam kir.

Di heyetên her dû terefan de heyetên leşkerî hevdîtinê kirin. Çapemeniya Lubnanê xeberên li ser hevdîtinê di derengê çevê de cîh girtin.

Di xeberan de behsa hevdînê kirin ku terefê Îsraîlê agahiyên hinek ciyan li ser nexşeyan nîşan dane ku têkiliya wan bi Hîzbûllahê hene. Heyeta Îsraîlê dronên ku Hîzbûllah bikartîne xistiye rojevê.

Hat gotin ku Îsraîl di mijara ewlehiyê de normalîzekirinê daxwaz kiriye lê terefê Lubnanê gotiye ku biryar ne leşkeriye lê siyasiye. Di çapemeniyê de hat gotin ku Lubnan li balyozxana Lubnanê ya li Washingtonê dê îro li ser hevdîtinê civînekî bikin.