PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê li paytexta Afganistan Kabûlê du teqînên bihêz li nêzîkî nexweşxaneyeke leşkerî rû dan.
Li gorî nûçeya Reutersê, li paytexta Afganistan Kabulê nêzî nexweşxaneyeke leşkerî du teqîn çêbûn û piştre dengê çekan hate bihîstin ku derbarê encamên teqînan û dengê çekan de hurgilî nehatin belavkirin.
Hat zanîn ku teqîn li herêma Vezir Ekber Han li nêzî nexweşxaneya leşkerî ya Sardar Mohammad Daud Khan çêbûne.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên borî de jî li paytexta Afganistanê teqîn çêbûbûn û bi taybet di teqînên ser mizgeftên şîeyan de bi dehan kes bûbûn qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin