PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çend teqînên bihêz çêbûn. Li gorî jêderên xwecihî li navenda bajarê Qamişlo 3 otomobîlên bombebarkirî hatine teqandin û li bajêr dengê sê teqînan hatiye.
Hat zanîn ku 2 teqîn li ser riya sereke ya bazara giştî ya bajarê Qamişlo rû dan, yek ji wan jî li nêzîkî dibistana Qadisiyê ya keçan çêbûye.
Tê ragihandin ku hejmarek kuştî û birîndar hene û piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in û endamên asayişê jî di nava wan de hene.
Li gorî zanyariyan cihê teqînekê nêzîkî xalên rêjîma Sûriyê li çargoşeya ewlehiyê ye.
Li gorî agahiyên destpêkê ji ber teqînên li Qamişlo 3 kesan can daye û 5 kes jî birîndar bûne.
Didome...
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin