PeyamaKurd - Li pêş Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Birukselê piştgiriya Efrînê hat kirin.
Hejmarek ji Kurdên her çar aliyên Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandanek kirin. Ji bo şermezarkirina kiryarên çete û komên çekdar ên bi nav opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin û dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, bi sedan Kurdên Ewropayê rijiyan ber deriyê parlemana Ewropayê ta ku Yekîtiya Ewropayê destêwerdana nava rewşa Efrînê bike û daxwaza wan kurdan ji parlemana Yekîtiya Ewropayê ew e ku êdî Efrînê ji wê dagîrkirinê û zilma ku têde ye bête rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin