PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Farsê li navça Fesayê bi sedema bihabûna heyatê û enflasyona bilind çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşê ser avahiya qeymeqamiyê kirin, di êrîşê de 3 polîs birîndar bûn û 4 çalakvanan xistin bin çav.
Serdozgerê navça Fesayê Hamid Ostowar ragihand ku kesên êrîşê ser qeymeqamiyê kirine xelkê bajêr nînin û tesbît kirine ku ji bajarên cuda çûne wê derê. Di bûıyerê de kes nemiriye û gotinên weha bi zanîn tên belavkirin.