Li Romayê gera 7an a hevdîtinên Îsraîl-Libnanê birêve çû

Li Romayê gera 7an a hevdîtinên Îsraîl-Libnanê birêve çû

PeyamaKurd - Gera 7an a danûstandinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de ku li Balyozxaneya DYAyê ya li Roma ya paytexta Îtalyayê dihatin birêvebirin, bi dawî bû.

Li gorî zanyariyên ajansa nûçeyan a Asharqê, di vê gerê de di sê mijarên sereke de rewşa yasayî, siyasî û serbazî hatine gotûbêjkirin.

Di mijara yasayî de ku behsa dîl û girtiyên Libnanî yên di destê Îsraîlê de dike, atmosfer erênî hatiye nirxandin û hat destnîşankirin ku sivîlên Libnanî dê ji endamên Hizbullahê cuda bên girtin.

Di çarçoveya siyasî û serbazî de jî hate diyarkirin ku artêşa Libnanê dê kontrola herêmên pîlot ji artêşa Îsraîlê wergire û hevdîtin li ser ravekirinên hevpar ên operasyonên leşkerî jî hatin kirin.

Ev civînên navbera şandeyên Îsraîl û Libnanê ji bo bicihanîna xalên peymana çarçoveyê ya ku di meha Hezîranê de bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû îmzekirin, dest pê kiribûn. Peyman 26ê Hewîranê hatibû îmzekirin û di peymanê de; bicihbûna artêşa Libnanê di "herêmên pîlot" de, bêçekkirina Hizbullahê û beramberî vê yekê paşvekişîna gav bi gav a Îsraîlê ji axa dagirkirî ya Libnanê li xwe digirtin.