PeyamaKurd - Li 31 deverên paytexta Rûsya Moskowayê îxbarên bombeyan hatin kirin û hêzên ewlekariya rûsî ketin amadebaşiyê.
Hat ragihandin ku ji ber îxbara bombeyan li Moskowê îstasyonên trênan, dibistan û hinek dadgeh hatine valakirin.
Li gorî nûçeya ajansa Ria ya rûsî ku dispêre çavkaniyên ewlekariyê, li Moskowê ji bo 19 dibistan, 7 dadgeh û 6 îstasyanên trênan îxbarên bombeyan hatine.
Polîsê rûsî lêgerînan dike û zarokên dibistanan, xebatkar û gelek serdanvan ji wan avahiyan hatine derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin