PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wan a parastina hewayî di saetên şevê de 726 dronên Ukraynayê li ser herêmên cuda yên Rûsyayê û deryayên Reş û Azovê xistine.
Şaredarê Moskowê diyar kir ku ji van dronan 250 heb arasteyî paytextê hatibûn kirin û berî ku bigihîjin armancên xwe hatin xistin. Di bersivê de jî hêzên Rûsyayê bi şevê tesîsên pêşesazî, leşkerî û navendên lojîstîkê yên li Kiêvê û derdora wê kirin hedef.
Li aliyê din rayedarên Ukraynayê eşkere kirin ku di encama êrîşên moşekên balîstîk ên Rûsyayê yên li dijî Kiêvê de 8 kes hatine kuştin û 33 kes jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku di van êrîşan de avahiyên niştecihan, qadên sivîlan û nexweşxaneyeke zarokan zirar dîtine û li beşeke paytextê çiraya kehrebeyê qut bûye.