Li Şamê otomobîla dadwerê Sûriyê hat teqandin

Li Şamê otomobîla dadwerê Sûriyê hat teqandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Beşa Koşka Dadê ya herêma Bebîla ya gundewarên Şamê Selah Ehmed El Salih di teqîna bombeyekê de giranî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku otomobîla El Salih, li taxa Def El Şok a gundewarê Şamê rastî êrîşeke bombeyî hatiye.

Hate zanîn ku dema otomobîl di taxê re derbas dibe bombeya ku kesên nenas bi cih kiriye hatiye teqandin û El Salih bi giranî birîndar bûye.