PeyamaKurd – Derbarê cureya nû ya vîrusa Koronayê de, Berdevkê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert do Duşemê hişyarî da û got, cureya nû ya vîrusê ‘‘metirsiyeke cidî’’ çêkiriye.
Li gor Seibert diyar kir, divê ew li dijî cureya nû ya vîrusa Korona, bi tedbîr bin.
Seibert da zanîn: ‘‘Em di bin ewrekî reş de, di bin metirsiyeke pir cidî de ne.’’
Herwiha wî destnîşan kir, niha armanca wan ya sereke kêmkirina pêketinên vîrusa Korona ye û ew naxwazin vê rêyê niha biterikînin.
Cureya nû ya vîrusa Korona li Almanya heta niha li çend cîhan hatiye dîtin.
Ji ber wê cureya nû ya li Berlînê, bi qasî 1500 xebatkarên nexweşxaneyekê ketine karantînê.
Enstîtuya Robert Koch ragihand, li Almanya di 24 saetên dawî de 6,729 pêketinên vîrusa Korona hatine tomar kirin.
Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin, li Almanya ji 2,1 milyonan zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine û 52,320 kes bi wê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin