PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî de di ser facebookê û Twitterê de ragihandibû ku zekema (persiva) demsalî ji Kovid-19 ê xerabtire û bêhtir mirovan dikuje. Ev peyam ji aliyê xelkê û şîrketên medya civakî de zêde hat rexnekirin û li ser bertekan peyamê jê birin. Trump li gor wextê Amerîkayê vê sibê di ser hesabê xwe yê facebook û Twiterê de weha gotibû:
“Bo hinek kesan grîb ji Kovid-19 ê bêhtir dikuje.”
Facebook, bi sedema ku Trump agahiya şaş daye, peyamê jê bir lê Twitter peyamê jê nebir û got: “Agahiya şaş”. Tevî ku Twitter jê nebir weha got:
“ Ev tweet bi sedema di derbarê Kovid-19 ê de agahiya şaş û bi zerar belav kiriye, qaîdeyên Twitterê îhlal kiriye. Lê ev tweet dema ku endamên me karibin xwe bigihîninê, bo raya giştî feda wê heye.”
Trump di peyama xwe de bi temamî weha gotibû:
“Her sal bi sed hezaran mirov tevî ku aşiya wê heye jî, ji ber grîbê (zekem-persiv) dimre. Ka ji ber vêya em welatê xwe dixin karantînayê? Na. Em hîn bûn da pêre bijîn. Em niha jî hîn dibin da bi Kovid-19 ê re bijîn. Bo hinek mirovan talûka mirina ji ber Kovid-19 ê ji ya grîbê kêmtir e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin