PeyamaKurd – Li ser sînorê Kirgizîstan û Tacîkîstanê di navbera parastvanên sînor de şer derket. Gelek caran di navbera her dû aliyan de şerên weha derketine.
Baregeha Xizmetan ya Parastina Sînor ya Kirgizîstanê ragihandiye ku dema parastvanên wan li herêma Batkenê li navçeya Leylekê li ser sînor bi hespan tevdigeriyan, leşkerên Tacîkîstanê ji nîşke de bi sîlihan êrîşê wan kirine.
Şerê navbera her dû aliyan 30 deqe dewam kiriye lê berpirsên her dû aliyan yên sînor hevdîtin kirine û dixebitin bê zanibin çend kes birîndar bûne û car din şer nebe. Çapemeniya Kirgizîstanê gotiye ku di şer de kuştî û birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin