PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komeke çekdarên nenas li ser rêya Şam-Dera li nêzî bajarokê Um Niyazin ku dikeve sînorên Urdinê, êrîşî xaleke hêzên rejîma Sûriyê kir û din encamê de 4 leşker hatin kuştin.
Medya herêmî ragihandiye ku çekdaran rasterast gule li koma hêzên Sûriyê berandine ku 4 leşker hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin, cenazeyên leşkerên hatine kuştin bo nexweşxaneya Watanî ya li bajarê Derayê hatine veguhestin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê ketine seferberiyê.
Li ser êrîşa medya Rûsyayê jî daye xuyakirin ku komeke terorîstan êrîş xaleke leşkerî ya Firqeya 15 a Artêşa Sûriyeyê ku li nêzî bajarokê Um El Miyazin ê bakurê sînorên Sûriye-Urdinê ye, kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin