PeyamaKurd- Li welatê Somaliyê, li bajarê Baydaboyê du êrîşên bombeyî çêbûn û li dora 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erebeya tije bombe de, hedefa yekem otêla Bilanê bû ku gelek siyasetmedarên Somaliyê diçin wê otêlê. Hedefa duyem jî xwaringeha El Bedrî bû ku êrîş birin ser.
Her dû êrîş di heman demê de hatin kirin û gelek jî birîndar hene. Dibe ku jimara kuştiyan zêdetir bibe. Li Somaliyê her dem êrîş çêdibin û serkirdeyê bûyeran rêxistina Eş-Şebab e. Vê bûyerê jî heman rêxistin kir sitûyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin