Li Stenbolê êrîs: 3 kes mirin 5 kes brîndar bûn

Li Stenbolê êrîs: 3 kes mirin 5 kes brîndar bûn

PeyamaKurd - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, li dijî xala ewlehiyê ya Dadgehxaneya Çaglayanê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya daxuyand ku di êrîşê da 2 "êrîşkar" ku yek jê jin e hatine kuştin û 3 jê polês 6 kes jî birîndar bûne.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê beşdarî bernameyeke televizyonê bû û di derbarê êrîşê de diyar kir ku ji birîndaran yekî jiyana xwe ji dest daye.

Erdogan got: "Ez hêzên me yên ewlehiyê yên ku bi midaxeleya xwe ya di dema xwe de êrîşa bêbext bi serkeftî asteng kirine pîroz dikim."

Wezîrê Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku 2 êrîşkarên bi navê EY û PB, endamên Enî / Partîya Rizgariyê ya Gelê Şoreşger (DHKP/C) in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin