Li Stenbolê Newroz 22yê Adarê li Meydana Yenikapî tê pîroz kirin

Li Stenbolê Newroz 22yê Adarê li Meydana Yenikapî tê pîroz kirin

PeyamaKurd - Kordînasyona Newrozê ya Stenbolê bi civînek rojnamevanî ragihand ku dê pîrozbahiya cejna Newrozê îsal 22yê Adarê li meydana Yenikapî ya Stenbolê were kirin.

Kordînasyona Newrozê ya Stenbolê ku bi ser HDPê ve ye diyar kir ku dê ahenga Newroza îsal bi diruşma “Demokrasî, edalet û azadî” were lidarxistin.

Di civîna ku li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi beşdariya endam û rêveberên HDK û HDPê hat lidarxistin de, banga beşdarbûna milyonek kesan bo ahenga Newrozê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya kordînasyona Newrozê pankartên bo bangewaziya Newrozê hatine diyarkirin wiha ne: “Em agirê Newrozê geş bikin û faşîzmê têk bibin”, “Ji bo Azadî, Yekitî û Demokrasî Werin Newrozê, Bijî Newroz, Milyonek kes werin Newroza Stenbolê”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin