PeyamaKurd - Di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê di encama êrîşên çekdarî yên nepen, pevçûnên civakî û teqîna bermahiyên şer de 9 kes hatin kuştin.
Li gundê El Xersaneyê yê Hewayê welatiyekî 60 salî ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin û can da. Li taxa El Sultaniyeyê ya Humsê jî endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî dema hewl dida şerê navbera komek ciwanan rawestîne, bû qurbanî.
Herwiha rûdanên wekî kuştina kesekî li nêzî sînorê Lubnanê, gulebarankirina zilamekî di maleke bajarokê Şêx Sead a Derayê de, şerê pismaman ê li Minbicê û kuştina xortekî 20 salî li devera Sabnê ya Şamê di nav 24 saetan de hatin tomarkirin.
Ji aliyê din ve çend roj piştî windabûna wî, cenazeyê sivîlekî ku şûnên guleyan li ser laşê wî hebûn li Nexweşxaneya El Talê hat dîtin. Hevdem li herêma El Dumêrê jî xortek di encama teqîna mayineke çandî de jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Hesekê jî endamekî Firqeya 60î ya ser bi Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ve ji aliyê êrîşkarên nehatin naskirin ve hate kuştin.