Li Tehranê li pey hev teqîn çêbûn

Li Tehranê li pey hev teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Îro li Tehranê di êrîşên hewayî de balafirên DYA û Îsraîlê li pey hev Başûr û Rojavayê Tehranê bombebaran kirin.

Di pey bombebaranan de teqîn çêbûn û hat gotin ku sîstemên bergiriya hewayî yên Tehranê jî xebitîne.

Heya niha encama bombebaranê nehatiye ragihandin. Lê Trump di civîna çapemeniya îro de ragihand ku Îran xwe nedaye ber îmzakirina peymanê û wê êrîşên ser Îranê dewam bikin.