PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul ragihand ku 3 girtiyan li girtîgehên Tirkiyê ji vîrusa koronayê can dane û 17 girtiyên din jî testên wan pozîtîf derketiye.
Tevî hemû bangewaziyên bo girtîgehan û metirsiya belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 jî heta niha Tirkiyê qebûl nedikir ku vîrus li ser girtiyan peyde bûye.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul îro 13ê Nîsanê di civîneke vîdyokonferans de, cara yekem ragihand ku vîrus gihîştiye girtîgehan û got, “Li girtîgehên vekirî 3 mehkum ji koronavîrusê mirine. 17 mehkum jî li ser wan vîrusa korona hatiye tesbît kirin.”
Gul herwiha got ku li girtîgehên girtî ti tûşbûyên Covid-19 nehatine tesbît kirin û dewleta wan hemû bergiriyan dike.
Li Parlamena Tirkiyê bi hevkariya AKP û MHPê yasaya înfazê tê gotûbêjkirin ku li gorî wê yasayê tê pêşbînîkirin ji 300 hezar girtiyan tenê 90 hezar kesên ji tawanên edlî yên wekî dizî, tilyak û hwd.. werin berdan, lê berdana girtiyên siyasî ne di rojeva hikûmeta Tirkiyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin