LI Tirkîyê Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî

LI Tirkîyê Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî

PeyamaKurd - Li Tirkîyê di darizandina parêzerên endamên ÇHD’ê û HHB’ê de biryar derket. Ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 meh li 17 kesan ceza hat birîn. 11 sal û 3 meh cezayê hepsê jî li parêzer Selçuk Kozagaçli yê girtî hat birîn

Danişîna doza 6 jê girtî ya 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ku bi îdaya “Endamtiya rêxistinê”  û “rêveberiya rêxistinê dihatin darizandin li Dadgeha Stenbolê ya li Girtîgeha Kampûsa Sîlîvriyê hat dîtin. Gelek hiqûqnasên ji Tirkiyeyê û ji derveyî welat doz şopandin. Parêzeran di parastina miwekîlên xwe de parastina wan kir û xwestin miwekîlên wan bên berdan û beratkirin.

Tevî hemû parastinan jî dadgehê biryara xwe aşkera kir û ceza da parêzeran. Ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 meh li 17 kesan ceza hat birîn. 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jî li parêzer Selçuk Kozagaçli yê girtî hat birîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin