Li Tirkiyê krîz kûr dibe: Dolar 15 lîreyan jî derbas kir

Li Tirkiyê krîz kûr dibe: Dolar 15 lîreyan jî derbas kir

PeyamaKurd - Li Tirkiyê krîza darayî û aborî di çend mehên dawî de gihîştiye asta herî xeter û bi ketina nirxên lîreyê Tirkiyê re û ji ber bihayiya zêde welatî bêzar bûne.

Îro Pêncşemê jî beriya daxuyaniya Banka Navendî ya Tirkiyê ku wê rêjeya faîzê eşkere bike, nirxê dolar rekoreke din şikand û gihîşt heta 15,20 lîreyê tirkî.

Opozisyona Tirkiyê dixwaze deshilatdariya AKP-MHPê bilez biryara hilbijartina pêşwext bistîne, lê deshilatdarî dibêje; wê hilbijartinan di dema xwe de ango di sala 2023yan bê kirin ku ev jî krîzê hîn kûrtir dike.

Pisporên aborîyê diyar dikin ku heger wiha berdewam dike, wê aboriya Tirkiyê bi temamî ji kontrolê derkeve û hilweşîneke mezin pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin