Li Tirkiyê zextên li ser Zimanê Kurdî zêde dibin!

Li Tirkiyê zextên li ser Zimanê Kurdî zêde dibin!

Êdî li nava Tirkiyê li gelek cihan axaftina Kurdî an qedexe ye an jî pir talûke ye. Zextên li ser zimanê Kurdî her roj zêdetir dibin.

Vê carê jî li bajarê Tirkiyê li Konyayê di Nexweşxaneya Lêkolînê a Dewletê de axaftina Kurdî hate qedexekirin.

Li gorî îddîayê kurdekî bi navê Mehmet E. yê ji Mêrdînê bi telefonê bi Kurdî diaxivî û wezîfedarê ewlehiyê hate cem û jê re got “Bi Kurdî neaxive, ku tu neaxivî, wê ji te re çêtir be.”

Ji xeynî vê jî li gorî îddîayê doktorekî jî gotiye “Li vê derê sûcê herî mezin, axaftina bi Kurdî ye.”

Mehmet E. Ev bûyer ji wekîlê AKPê Orhan Miroglu re gotiye, lêbelê tu cewab jê nestandiye.

Berî niha jî şirketeke bi navê Yapı Yapı, ji bo xebatkarên xwe, axaftina bi Kurdî qedexe kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin