Li Venezuelayê erdhej: Bi dehan avahî wêran bûn, gelek kes mirin!

Li Venezuelayê erdhej: Bi dehan avahî wêran bûn, gelek kes mirin!

PeyamaKurd - Di du erdhejên bi şîddeta 7.2 û 7.5 pileyî de ku li Venezuelayê 39 saniyeyan ji hev cuda qewimîn, herî kêm 32 kes mirin û zêdetirî 700 kes birîndar bûn. Li seranserê welêt rewşa awarte hat ragihandin, dibistan hatin girtin, balafirgeh hatin girtin û dewleta La Guaira, ku lê hilweşîna herî mezin çêbû, wekî herêma karesatê hat ragihandin.

Piştî erdhejên bi şîddeta 7.2 û 7.5 pileyî ku li Venezuelayê 39 saniye ji hev cuda qewimîn, li seranserê welêt rewşa awarte hat ragihandin.

Seroka Demkî Delcy Rodriguez ragihand ku di erdhejan de herî kêm 32 kes mirin û zêdetirî 700 kes birîndar bûn û got ku hilweşîna herî giran li dewleta La Guaira çêbûye û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Rodriguez fikara xwe anî ziman ku hejmara miriyan dikare zêde bibe.

Rodriguez diyar kir, "Bi dehan avahî hilweşiyane, û em wê erkê dijwar ê rizgarkirina jiyanan pêk tînin ku Xwedê destûr daye me ku em rizgar bikin. La Guaria bi trajediyek rastîn re rû bi rû ye û bûye qadeke karesatê."

Kûrahiya erdhejê 21.9 kîlometre hat pîvandin. Sî û neh saniye şûnda, erdhejek din a bi mezinahiya 7.5 pileyî 23 kîlometre li başûrê rojhilatê Yumare, li heman eyaletê çêbû. Kûrahiya vê erdhejê 10 kîlometre hat pîvandin.

Ev erdhejên li pey hev, ku 39 saniye ji hev cuda çêbûn, li gelek herêman, di nav de Caracas, paytexta Venezuelayê, û Bogota, paytexta Kolombiyayê ya cîran, hatin hîskirin.