PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji Reutersê hat belavkirin, Îsraîlê li Xezeyê agirbest qebûl kiriye. Hat ragihandin ku agirbesta hatiye erêkirin, îşev saet di 20:00an de dest pê dike.
Êrîşên Îsraîlê ku ev 3 roj in li ser Xezayê berdewam dikin, bi navbeynkariya rayedarên Misirê, bi agirbestê hat encamdan.
Hat zanîn ku rayedarekî Misirî ji AFP’ê re axiviye û daye zanîn ku rayedarên Îsraîlê, agirbest qebûl kiriye.
Agahiya agirbestê, ji aliyê Tevgera Cîhadê ve jî hat erêkirin û çav li rê ne ku di kêliyên pêş de bi awayê fermî daxuyaniyek were belavkirin.
Di êrîşên ku 3 roj in didomin de 6 jê zarok, 32 kesan canê xwe ji dest dabûn û 275 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha fermandarê herêma başûr a Tevgera Cîhadê Xalid Mensûr jî di van êrîşan de hatibû kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin