PeyamaKurd – Li Zîqarê, kuştî û birîndarên encama xwepêşandanan zêde bûn. Di xwepêşandanên li bajarê Nasiriyê navenda parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Iraqê de, karmendekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û 111 xwepêşander û karmendên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûn.
Li bajarê Nasiriyê yê navenda parêzgeha Zîqarê, sê roj in alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de berdewam in û heya niha karmendekî hêzên ewlekariyê hatiye kuştin û 111 kes ji xwepêşander û hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya do ya Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê, di bûyerên do ên bajarê Nasiriyê de, polîsek hatiye kuştin û 33 polîsên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin