PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku wê lîderên Amerîka, Awûstralya, Hindistan û Japonya di 24 ê êlûnê de li Koşka Sipî cara ewiliyê wê rû bi rû civînê bikin.
Ragihandina Koşka Sipî ji aliyê berdevka koşkê Jen Spaki de hat kirin. Spaki ragihand ku wê serokê Amerîkayê Joe Biden, serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison, serokwezîrê Hindistanê Nerendra Modi û serokwezîrê Japonyayê Suga Yoşihide li Koşka Sipî hev bibînin û bibin mêvanê Biden. Zîrwa her 4 welatan weka Grûba Quadê tê binavkirin.
Di civînê de li ser pirsgirêkên herêma Pasîfîkê, Kovid-19, krîza kêş û hewayê û li ser ewlehiya sîberî biaxifin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin