Lubnan: “Dibe sedema teqînê îhmal, bomba an fuze be”

Lubnan: “Dibe sedema teqînê îhmal, bomba an fuze be”

PeyamaKurd- Serokkomarê Lubnanê Michel Aoun li ser teqîna Lubnanê ya Beyrûdê ku ji 150 kesî zêde di teqînê de can dabûn, peyamekî belav kir. Aoun di peyama xwe de weha got:

“Sedem hêj diyar nebûye. Dibe sedema teqînê îhmal, bomba an fuze be. Lê divê li ser sîstema siyasî ya çewt ya Lubnanê em bifikirin.”

Sedema sekinandina amonyum nitratê bo 6 salan di depoyan de çiye? Xelk niha li bersiva vê pirsê digere. Li ser teqînê xelk derketibû kolanan û gotibûn ku ew bi hukumetê bawer nînin.

Dema Macron seredan Lubnanê kir bo xwepêşandêran weha gotibû:

“Ez garantî dikim ku wê pere bo kesên xwedî gendeliyê neçe. Ez ê bo Lubnanê peymanekî nû ya siyasî pêşniyar bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin