Lubnan: Divê hêzên Ewropî li ser sînorê Îsraîlê bi cih bibin

Lubnan: Divê hêzên Ewropî li ser sînorê Îsraîlê bi cih bibin

PeyamaKurd - Serokê Lubnanê Joseph Aoun daxwaza bicihkirina hêzek Ewropî li ser sînorê bi Îsraîlê re kir.

Aoun pêşniyar kir ku hêzek Ewropî were damezrandin da ku şûna mîsyona aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li başûrê Lubnanê bigire, eger Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) piştî bidawîbûna mandata xwe di dawiya sala 2026an de nikaribe li herêmê bimîne.

Di hevdîtinekê de bi Balyoza Yekîtiya Ewropî li Lubnanê, Sandra De Waele, û şandeyek dîplomatên Ewropî re, Aoun diyar kir ku "Lubnan di serdema pêş de UNIFIL wekî vebijarka herî baş ji bo çavdêriya rewşa ewlehiyê li ser sînorê Îsraîlê dibîne."

Wî zêde kir, "Ger derkeve holê ku ev yek ji ber prosedurên ku bi rêya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo domandina hêzê hewce ne ne gengaz e, hêzek alternatîf dikare were damezrandin da ku şûna wê bigire."

Ewn got ku hêzek wisa wê alîkariya artêşa Lubnanê bike ku "deverên başûr paqij bike, teqemeniyên neteqandî rake û di qonaxa pêkanîna Formula Çarçoveyê ya ku bi Îsraîlê re li hev kiriye de beşdar bibe," û bang li welatên endam ên YE kir ku piştgiriyê bidin pêkanîna wê.