Lubnan, hevkariya ji bo penaberên Sûriyeyê red dike

Lubnan, hevkariya ji bo penaberên Sûriyeyê red dike

PeyamaKurd-Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Lubnanê ve hat ragihandin ku ew ê ji bo mayîna penaberên Sûriyeyê ya li Lubnanê, bi Ewropayê re hevkariyê nekin.

Ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb ve hat ragihandin ku ew ê ji bo mayîna penaberên Sûriyeyê ya li Lubnanê, bi Ewropayê re hevkariyê nekin. Sedem jî wisa hat nîşandan ku li Ewropayê, tu nexşerêyeke ji bo bidawîkirina koçberiya penaberên Sûriyeyê ya ji bo Lubnanê, tuneye. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistinên navneteweyî yên ku mûçeyên penaberên Sûriyeyê didin, divê li Lubnanê dayîna wan pereyan rawestînin û piştî ku penaber vegerin welatê xwe, li wê derê alîkariya wan bikin.

Di 30ê Adara îsal de rayedarên Lubnanê, Neteweyên Yekbûyî agahdar kiribû ku ew êdî nikarin mazûvaniya penaberên Sûriyeyê bikin.

Amarên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir; nêzî 900 hezar penaberên Sûriyeyê, derbasî Lubnanê bûne û li wê derê dijîn. Lê belê rayedarên Hikûmeta Lubnanê radigihînin ku ev hejmar digihîje 1.5 milyonan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin