Lubnanî li dijî hikûmeta nû jî derketin kolanan: 20 birîndar

Lubnanî li dijî hikûmeta nû jî derketin kolanan: 20 birîndar

PeyamaKurd – Xwepêşanderên Lubnanê li dijî destnîşankirina kesên bi gendeliyê têne naskirin di kabîneya nû ya hikûmetê de derketin û li Beyrûdê derketin kolanan.

Piştî sê mehên valahiya siyasî li Lubnanê, kabîneya nû hatiye destnîşankirin, lê xwepêşander ‎dibêjin, divê kabîneya nû serbixwe be û nûnerên partiyên siyasî li xwe negire.

Xwepêşander li ‎naverasta Beyrutê diruşma şoreşê qeriyan û gotin baweriya wan bi hikûmeta Lubnanê nîne.‎

Xwepêşanderan li ber baregahê hikûmetê û li cihê niştecihbûna Serokwezîrê nû Hessan Diyab xwestin berbestan bişkînin.

Li gorî ragihandina Heyva Sor a Lubnanî, 20 kes ji xwepêşanderan birîndar bûn ku ‎du kes ji wan bilez bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin