Lutkeya Vilniusê dest pê kir

Lutkeya Vilniusê dest pê kir

PeyamaKurd- Lûtkeya NATOyê ya ku dê bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetan were rêvebirin, li paytexta Lîtyavnyayê ya Vilniusê dest pê kir.

Hat diyarkirin ku di civînê de dê endamtiya Swêdê ya NATOyê, şerê Ukrayna û Rusyayê û planên leşkerî yên nû yên NATOyê bên nirxandin.

Li gorî hat diyarkirin, serokên Swêd, Awûstralya, Zelandaya Nû, Koreya Başûr û Japonyayê jî dê beşdarî lûtkeya 2 rojan bibin.

Piştî foruma ku di roja pêşîn a Lûtkeya NATOyê de hat lidarxistin, dê bi beşdariya Swêdê jî civîna pêşîn a lûtkeyê bê lidarxistin û dê di navbera Estonya, Letonya û Lîtvanyayê de peymana hevkariya qada asîmanî bê destnîşankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin