Lyod Austin: Em pistevaniya Îsraîl û Ukraynayê bihevre dikin

Lyod Austin: Em pistevaniya Îsraîl û Ukraynayê bihevre dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin ragihand ku ew hevdem hem piştevaniya Îsraîlê di şerê dijî Hamasê de dikin, hem jî piştevaniya Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de berdewam dikin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê LIyod Austin, îro 13ê Cotmehê li Tel Avîvê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re civiya û û piştevaniya Amerîkayê bo Îsraîlê dubare kir.

Austin di civîna rojnamevanî de got, “Îsraîl pêdivî bi çi hebe, em ê alîkar bin” û wiha pê de çû: “Îro ez li vê derê me ji bo ku em tiştekî ronî bikin, alîkariyên Amerîkayê ji bo Îsraîlê neliv û neguher in. Em dê bi Îsraîlê re di hemahengiyeke temam de bin ji bo rizgarkirina wan kesên ku ji aliyê Hamasê ve hatine girtin ku Amerîkayî jî di nav wan de hene”.

Austin diyar kir: “Çi behane ji bo terorê nînin. Her kesê bixwaze ewlehiya domdirêj li vê deverê hebe, divê Hamasê şermezar û veder bike. Hamas ne nûnera xelkê Filistînî yê ku aştiya dewletê dixwaze ye. Hamas wekî DAIŞê teniya xwînê û hilgirtina kerb û kînê ye”.

Austin da zanîn, tişta Hamasê kiriye piştî Holokostê rûdana herî xwînrij e û ji bo wan welat û aliyên ku dixwazin vê rewşê li dijî Îsraîlê bi kar bînin, tenê yek peyva min heye; “nekin”.

Wezîrê Amerîkî destnîşan kir, Amerîka di heman demê de piştevaniya Ukraynayê û IÎsraîlê dike û dikare di hevdem du armancan pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin