PeyamaKurd - Li Afganîstanê, li dijî Cîgirê Serokomarê Afganîstanê Amrulah Salih hewla kuştinê çêbû. Di hewla kuştina Salih de bi kêmî 10 kesên din hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Li gor rayedarên Wezareta Navxweyî ya Afganistanê diyar kirin, êrîş bi bombeyeke li kêleka rê hatibû bi cîh kirin, pêk hatiye.
Amrulah Salih, ji êrîşê bi bîrînên sivik yên li ser dest û rû filitî. Salih ji Facebookê bi vîdeoyekê diyar kir, ji ber hêza teqînê camên maşîneya wî helîyane.
Herwiha Salih da zanîn ku ew baş dizane, raedarên ewlekariyê her roj bi bûyerên wisa re rû bi rû dimînin û bo kesên can dane sersaxî xwest.
Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî êrîş şermezar kir û diyar kir, ew ê li hember terorîst û alîgirên wan yên biyan serê xwe netewînin.
Sala borî jî dijî Salih hewla kuştinê çêbûbû. Di wê êrîşê de, li ofîsa wî 20 kesan can dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin