PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Donald Tusk bang li serokê Amerîkayê Trump kir û got:
“Qiymeta dostên xwe zanibin, di encamê de dostên te yên zêde tine ne. Pere girînge lê hevkariya giştî girîngtir e.”
Tusk, li Burukselê di merasima belavoka NATO-Yekîtiya Awrûpa 2 de, weha got: “Ez bang li serokê Amerîkayê Trump dikim ku her roj me bi alîkariya kêm ya NATO yê tewanbar dike û Yekîtiya Awrûpayê rexne dike. Berêz serok Trump! Amerîka ji xwe re, ji Awrûpayê baştir hevalan nedît û dê nebîne. Îro Awrûpa bo berevaniyê ji Rûsyayê gelek bêhtir û weka Çînê pere xerc dike.”
Tusk behsa gotina Trump kir ku Amerîka Awrûpayê li hemberê dijminan bi tena serê xwe diparêze de got:
“Awrûpa di alikariya piştî bûyera 11 ê êlûnê de, yekem yekîtiye ku destekê daye Amerîkayê. Leşkerên Awrûpayê li Afxanistanê dest daye destê leşkerên Amerîkayê û şer dike. Birêz serok Trump! Dema em sibê li zîrwe ya NATO yê hev bibînin û li Helsînkiyê, dema tu bi serokê dewleta Rûsya re bi Valadimir Putin re hevdîtinan bikî, ji kerema xwe re bila di aqilê te de be, kî hevkarê te yê stratejîkê û kî problema te ya stratejîk e?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin