Li hev hatin: Dera tê texliyekirin!

Li hev hatin: Dera tê texliyekirin!

PeyamaKurd- Piştî heft salan careke dî bajarê Derayê kete destê Rejîma Sûriyê de. Niha jî her du alî li hev hatin ku bajêr vala bikin û kesên li bajêr derbasî Idlibê bikin.

Di derbarê bûyerê de ajansa fermî ya Rejîma Sûriyê SANAyê ragihand ku destpêkirina texliya bajarê Derayê dest pê kiriye.

Li gorî SANAyê çekdarên li Derayê ku naxwazin bi Rejîma Sûriyê re aşîtiyê bikin, têne texliyekirin. 407 çekdar û malbatên wan bi 10 otobûsan derbasî Idlibê dibin.

Ev levhatin bi navcînçîtiya Rûsyayê pêk hat. Wextê ku texliye bi dawî bû, piştî sala 2011an bajarê Derayê wê bi tevahî ji çekdaran paqij bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin