COVID-19 | 3 wefat û 78 pêketiyên nû hatin tomarkirin

COVID-19 | 3 wefat û 78 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 78 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hat ragihandin ku ji 78 kesên di 24 saetên borî de bi vîrûsa koronayê ketine, 24 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Duhokê ne.

Herwiha 3 kesên can dane jî 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye û bi tevahî di nav 24 saetên borî de, 975 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 104921 kesan, ya mirinan bû 3434 kes û heta niha 84837 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin