Hejmartina dengan li Stenbolê bidawî bû: Encamên dawî diyar bûn

Hejmartina dengan li Stenbolê bidawî bû: Encamên dawî diyar bûn

PeyamaKurd – Li 38 navçeyên Stenbolê deng ji nû ve hatin jmartin. Navçeya Maltepeyê ku hejmartinên dawî li wir hatin kirin bidawî bûn. Ekrem Îmamoglu nêzîkî 13 hezar dengan li pêş e.

Partiya Dad û Geşêpêdanê (AKP) xwestibû ku sindoqên Maltepeyê ji nû ve bihên hejmartin. Li ser îtîraza AKPê 309 hezar dengên 1089 sindoqan ji nû ve hatin jimartin.

Di encamê de ferqa di navbera namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu û namzedê AKPê Binali Yildirim neguherî. Ferqa di navbera herdu namzedan da bi tenê 293 deng kêm bûn.

‘DÊ MAZBATA  ÎRO WERE DAYÎN’

Seroka şaxa CHPê ya Stenbolê Canan Kaftanioglu diyar kir ku ferqa di navbera Îmamoglu û Yildirim 13 hezar 785 e û got, piştî 15 rojan îro dê mazbataya Îmamoglu were dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin