PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yên nû li Iraqê Alî Riza Guney kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê Tirkiyê yê nû kir û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Di wê hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Hewlêrê yê Tirkiyê jî amade bû de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê hatin guftûgokirin û her du aliyan daxwaza pêşvebirina pêwendiyên di hemû waran de kirin.
Herwiha rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, rewşa pandemiya Covid-19 li Iraq û Tirkiyê, şerê li dijî terorê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş ên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin