PeyamaKurd - Li eyalata Florîda ya Amerîkayê li bajarê Miamiyê di encama êrîşeke çekdarî de, 2 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Polîsê Miami-Dade ragihandiye ku êrîş di saetên sibehê de beriya çalakiyeke cemawerî pêk hatiye û 3 kesên ji otomobîlekê peya bûne bi awayekî rasthatî guler bi ser xelkê de reşandine.
Polîsî Amerîkayê daye xuyakirin ku 2 kesan li cihê bûyerê can dane û hejmara birîndaran jî 20 kesin ku yek ji wan bi giranî birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin