Nêçîrvan Barzanî  bo Yûrî Nebîyev peyama sersaxiyê da

Nêçîrvan Barzanî  bo Yûrî Nebîyev peyama sersaxiyê da

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata Yûrî Nebiyev peyameka serxasiyê belav kir. Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî ya fermî de da. Nebiyev navdarekî Kurdên Rûsyayê ye û serokê Rêxistina Alîkarî û Desteka Xelkê Kurd bû. Barzanî di ser hesabê xwe yê fermî de weha got:

“Min bi xemgînî xebera wefata cîgirê serokê Rêxistina Destek û Alîkariya Kurdên li Rûsyayê û hem cîgirê serokê Federasyona Rêxistinên Kurd yên Navdewletî Yûrî Nebiyev bihîst. Bo malbata wî sersaxiyê dixwazim. Bila riha wî şad be û xebata wî dê her di bîra me de be.

Yûrî Nebiyev her weha berpirsiyariya malpera Kurd ya dîjîtal ya Riya Teze dikir.

Li Moskowayê di nexweşxana ku tê de dihat dermankirin koça dawî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin