PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi helkefta bibîranîna 31emîn salvegera enfalkirina xelkê devera Behdînan ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beas ya Iraqê ve, peyamek belav kir.
Îro 31emîn salvegera enfalkirina xelkê devera Behdînan ji aliyê rêjîma Beas ya Iraqê ve ye. Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vê helkeftê peyamek belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike.
DAXUYANIYA SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ
Di çarçoveya operasyona komkujiya enfalê de, ku sala 1988 ji aliyê rêjîma Beas ve li hember xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurdistanê hatin wendakirin, şehîdkirin û bi hezaran gundên Kurdistanê hatin wêrankirin, em îro enfala Behdînan bibîr tînin.
Enfala Behdînan di dûmahîka pêla enfalê de hat kirin. Ji roja 25 Tebaxa 1988 heta 6 Îlona heman salê tevahiya navçeyên devera Behdînan da ber xwe. Di wê operasyonê de ku pênc tabûrên artêşê beşdar bibûn, ji kîmyabarana gundan û xelkê bigire heta girtin, kuştin, sirgûnkirin, wêrankirina mizgeftan û dêr û cihên din hatin kirin. Yên ku rizgar jî bûn reviyan Îran, Tirkiye û welatên din.
Em bi rêz û hurmet şehîdên enfala Behdînan bibîr tînin û dîsa daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, li ser esasê fermana dadgeha bilind ya tawanan ya Iraqê, ku enfal wek sûcên dijmirovî û jenosayd hatiye qebûlkirin, wezîfeya xwe ya qanûnî û exlaqî bicîh bîne û mexdûrên enfalê qerebû bike. Her wiha em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin zêdetir xizmeta mexdûrên enfalê bike û li dû qedera wan be yên ku wenda bûne.
Silav li ruhê pak yê şehîdên enfala Behdînan û hemû enfalkirî û şehîdên Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin