PeyamaKurd – Amarên 24 saetên dawî yên mirin û tûşbûyên vîrusa korona yên li Tirkiyê hatin eşkere kirin.
Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiya Tirkiyê hejmara tûşbûyan gihîşt 10 hezar û 827 kesan û tevî 37 kesên îro can dane hejmara miriyan jî bû 162 kes.
Herwiha 725 kes di beşên nexweşên giran ên nexweşxaneyan de ne û rewşa tenduristiya 523 kesan jî giran e.
Li seranserê dinyayê jî hejmara tûşbûyan 750 hezar kesan û mirin jî 35 hezaran derbas kir.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin