Zîrwe ya G-20an qediya

Zîrwe ya G-20an qediya

PeyamaKurd – Bi sedema belavbûna koronavîrusê li seranserê dinyayê, civîna G-20an bi rêya video konferansê hat kirin. Civîn 2 siet û 14 deqe dewam kir. Ji aliyê Tirkiyê kesên ku tevlî zîrweyê bûn, Recep Tayip Erdoğan, Mevlut Çavuşoğlu, Berat Albayrak, Fahrettin Altun, İbrahim Kalın û Hayrettin Demircan bûn.

Dewletên ku tevlî zîrweyê bûn, Amerîka, Almanya, Arjantîn, Awûstralya, Brezilya, Çîn, Endonezya, Fransa, Afrîka Başûr, Kore ya Başûr, Hindistan, Îngîltere, Îtalya, Japonya, Kanada, Meksîka, Rûsya, Erabistana Si’ûdiyê û Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê bûn.

Li ser navê Tirkiye Berat Albayrak di ser hesabê xwe tê taybet yê Twitterê de, mijarên ku di zîrwe yê de hatin axaftin ragihandin. Albayrak weha got:

“Bi serokkomar re em tevlî zîrweyê bûn, têkoşîna li dijî koronavîrusê û hevkariya navdewletî ya li dijî têkoşîna koronavîrusê mijara me bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin