Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî: Em êrîsa PKKê bi tundî sermezar dikin

Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî: Em êrîsa PKKê bi tundî sermezar dikin

PeyamaKurd – Serkirdeyên Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî di civîna xwe ya li Hewlêrê de diyar kirin ku êrîşa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dikin.

Serkirdeyên Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ku ji 5 partî, sazî û rêxistinên Aşûrî, Siryan û Kildanî pêk tê, do li nahiya Eynkawa ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û di civînê de êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge ya li çiyayê Metîna li devera Amêdiyê ya tê de 5 Pêşmerge şehîd bûn, bi tundî şermezar kirin û bi pêwîstî dan zanîn ku divê PKK û artêşa Tirkiyê şerê xwe ji ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dûr bibin.

Serkirdeyên Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî eşkere kirin, şer û tundûtûjî ne çareserî ye û divê her du alî li çareseriyên aştiyane bigerin. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kirin, rola xwe aktîv bikin û wî şerî rawestîne ku bûye sedema valabûna bêtirî 29 gundên Kirîstiyanan li deverên Duhok û Zaxo û bi sedan malbat koçber bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin