HDPê ji Parlamena Tirkiyê jin û zarokên êzidî yên revandî pirs kir: Çawa heta Enqerê hatine?

HDPê ji Parlamena Tirkiyê jin û zarokên êzidî yên revandî pirs kir: Çawa heta Enqerê hatine?

PeyamaKurd - Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Ûca, firotina jin û zarokên Êzidîyên Şingalê ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve 3yê Tebaxa 2014an hatibûn komkujkirin û revandin, bi pirsnameyekê anî rojeva Parlamentoya Tirkiyê.

Uca, derbarê mijarê de ku ew jin û zarokên li Tirkiyê derdikevin holê û car din bi navê rizgarkirinê wan difiroşin malbatên wan, pirs ji Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay kir.

Uca di pirsekê de got: “Jin û zarokên êzidî ku weke kole hatine firotin, ji aliyê malbatên DAIŞî ve çawa wiha bi hêsanî heta Enqereyê hatine?”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha derketibû holê ku li hin bajarên Tirkiyê û paytext Enqerê jin û zarokên Êzidî yên hatibûn revandin ligel malbatan derketine û xwediyên wan li Başûrê Kurdistanê ji bo rizgarkirina wan ketina nav hewldanan.

Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca, ev mijar anî rojeva Parlamentoya Tirkiyê û pirsnameyek ji bo bersivdanê pêşkeşî Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay kir.

Uca, di pirsnameyê de behsa pêvajoya revandin û firotina jinên êzidî li bazarên koleyan dike û destnîşan dike, yek ji welatên ku jinên êzidî lê tên firotin Tirkiye ye û wiha pê de diçe:

“Di salên dawîn de şopên jin û zarokên êzidî yên hatine revandin li Tirkiyeyê têne dîtin. Zarokên êzidî ji aliyê malbatên DAIŞî ve radestî sêwîxaneyan têne kirin û jinên ku weke kole hatine kirîn jî ji aliyê kesên ku hatine kirîn ve ji bo malbatên xwe têne firotin û rizgarkirin. Bûyera herî dawî jî hefteya borî li navçeya Sîncanê ya Enqereyê pêk hat. Li aliyê din sala borî jî li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê jineke ciwan ji malbateke ku ew weke kole kiribû, hatibû rizgarkirin û emîrê DAIŞê hatibû binçavkirin. Dîsa li Kirşehîrê, malbateke DAIŞî 2 zarokan radestî êtîmxaneyê kiriye, daraza tirk jî her du zarokan radestî xwişka wan ku daxwaza wan dike nake.”

Pirsnameya Feleknas Uca wiha ye:

"* Dîtina jinên ku weke kole hatine firotin a li paytexta Tikriyeyê asayî ye? Malbatên DAIŞ’î jin û zarokên ku weke kole kirine, çawa wiha hêsan heta paytexta Tirkiyeyê tînin? 

* Malbata ku bi salan e jineke ciwan weke kole li cem xwe digire û îşkenceyê lê dike, hê jî bi azad li Enqereyê digere? Derbarê vê malbatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke nehatibe destpêkirin, sedema vê çî ye? 

* Li gel ku bi hezaran hêzên ewlehiyê yên ku her gav û deverê kontrola nasnameyê dikin hene, çawa çidibe kesekî aşkera tê zanîn bazirganiya koleyan dike û DAIŞ’î ye, bi hêsanî dikeve welat û derdikeve, hûn vê rewşê çawa aşakera dikin? Ev kesê DAIŞ’î ku bazirganiya koleyan dike, hê jî di navbera Iraq û Enqereyê de bi hêsanî rêwitiyê dike? 

* Milîtanên rêxistineke ku li Tirkiyeyê gelek teqînên bombeyi kiriye û bûne sedema mirina bi dehan kesan, çawa çidibe ku li paytexta Tirkiyeyê niştecih in? Gelo çav ji van kesên ku li Tirkiyeyê dijîn û bazirganiya koleyan dikin re tê girtin? Kî çavên xwe ji van re girtine û destûr dane wan?

 * DAIŞ’iyê ku di sala 2019’an de li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê jineke ciwan ku ji aliyê kekê xwe hatibû rizgarkirin digirt, hatibû binçavkirin. Derbarê vî kesî de doza cemaweriyê hatiye vekirin? Heke hê doz nehatibû vekirin, sedema vê çî ye? Ev sûcdar hê bi awayekî azad li kuçeyê digere? 

* Derbarê malbata DAIŞ’î ku 2 zarokan revandibû û radestî Êtîmxaneya Kirşehîrê kiribû de lêpirsîn hatiye destpêkirin? 

* Sedema destnedana malperên ku bazirganiya koleyan dikin çî ye?  

* Xebateke we ya ku pêşî li sûcên ku DAIŞ dike bigire heye?"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin